Li Çînê qedexeya liser xwarina ajalên dirinde tê axaftin

Ligor hin rapirsiyan firotina ajalên dirinde û goştê wan li bazara Çînê di sale de digihe 74 milyar dolaran

K24 – Navenda Nûçeyan

Dîtinek berfereh heye, ku Vayrosa Korona bi egera xwarina ajalên dirinde pêkhatiye. Vê yekê, carek din li Çînê qedexekirina xwarina ajalên dirinde anire rojevê. Hukimeta Çînê jî, liser kar dike, ku firotina goşt û ajalên dirinde bi xwe qedexe bike.

Ligor hin rapirsiyan firotina ajalên dirinde û goştê wan li bazara Çînê di sale de digihe 74 milyar dolaran. Ev rastî jî, qedexeya ser firotina goşt û ajalan zehmettir kiriye. Pispor dibêjin, Hukimet biryara qedexeyê dide, lê nikare pêkbîn e.

Lê belavbûna Vayrosa Korona fişar liser Hukimeta Çînê berfereh kiriye.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment