li Iraqê 11 kesên din bi Korona ketin
Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, 11 kesên din li Iraqê bi vîrusa Korona ketine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, 11 kesên din li Iraqê bi vîrusa Korona ketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, 4 kes li Bexdayê, 2 kes li Kerbelayê û li her yek ji Necef, Besra, Dîwaniye, Musene, Wasit haleteke nû ya tûşbûna bi virusa Korona hatiye tomarkirin.
Da zanîn jî, di 24 demjimêrên bûrî de, ti haleteke mirinê bi sedema Koronayê li Iraqê nehatiye tomarkirin.
Vî rengî, hejmara kesên li Iraqê bi vîrusa Korona ketine gihîştiye 177 kesan û ji wan 12 kesan canê xwe jidest dane û 49 kes jî baş bûne.
S. B