Bo berengarbûna Varorosa Koronayê navenda (On Line) hate ragehandin

Cotyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê di konfiranseka rojnamevanî de ragehand: ewlewîyeta hikumeta Herêma Kurdistanê Tenduristî û paraztina asayîşa tenduristîya hevwelatîyane. Armanca serekîya hikumeta herêma Kurdistanê, ewe ku kêmtirîn berkevtin di navbera hevwelatîyane de durist bibe daku kontirola evê varosê bête kirin.

K24- Hewlêr

Cutyar Adil got: Evro bi hevkarîya Wezareta Tenduristîyê û Wezareta veguhaztin û gehandinê nevaneda peywendîyê bo hevwelatîyan hate vekirin û ev navend jî bo şêwerkarîyê, rêkarên pêwîst û rênimayên tenduristîye.

Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji hevwelatîyan kir, li mal bimînin û newrozê bi dawî bixin.

Her di wê konfirasê de, Saman Berzincî, wezîrê Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, Navenda Zanyarîyê û hêla germ, 24 demjimêrîye û giringtirîn armanca wê navendê, kêmkirina rotîn e bo hevwelatîyan û bi rê ya On Line dikarin peywendîyê bi sazîyên tenduristîyê ve bikin.

Saman Berzincî got: Herweha li dema haletên gumanlêkirî yan windabûnê, hevwelatî dikarin bê serdankirin; zanyarîyan bi rê ya hêla germ a 122 bigehînin.

Wezîrê Tenduristîyê ragehand jî, mifayeka dî ya evê sîstemê, hoşyarîya tenduristî ye û ji hemûyan jî giringtir wergirtina rênimayên hikumetêye derbarê Vayrosa Korona.

Saman Berzincî aşkera jî kir, di demeke nêzîk de ev sîstem dikeve ser portala Mobayîlê.

Di dirêjahîya konfiransê de, wezîrê Tednuristîyê amara tûşbûyên Vayrosa Korona li Herêma Kurdistanê pêşkeş kir û got: Hejmara Tûşbûyan li Herêma Kurdistanê 40 kesin. Piranîya wan temenên wan di navbera 30- 39 salîye û 19 zelam in û 21 jin in.

Wezîrê tenduristîyê xuya jî kir, 30 halet li Silêmanîyê, 9 li Hewlêrê û 1 li Dihokê.

Saman Berzincî got jî: Hejmara çêvebûyan 13 halet in û çend haletên din di qonaxa dawîyê ya çêvebûnê de ne.