Çalakavên Kurd hilmeta “Newroza Kurdistaneke Tendurist” radigihînin
Hejmarek ji çalakvan û rewşenbîrên Kurdistanê dest bi hilmetekê kirine û ji ber rêgiriyê li belavbûna vîrusa Korona bikin, daxwaz ji Kurdên her çar perçeyan dikin, li malên xwe Newrozê pîroz bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmarek ji çalakvan û rewşenbîrên Kurdistanê dest bi hilmetekê kirine û ji ber rêgiriyê li belavbûna vîrusa Korona bikin, daxwaz ji Kurdên her çar perçeyan dikin, li malên xwe Newrozê pîroz bikin.
Çalakvanên ji çar perçeyên Kurdistanê dest bi hilmeta “Newroza Kurditaneke Tendurist” kir û ji bo parastina tenduristiya welatiyan, daxwaz ji her kesekî dikin şeva 20ê Adarê û roja 21ê Adarê li malê bi vêxistina mûman, bilindkirina ala Kurdistanê û sirûda Ey Reqîb bi Newrozê aheng bikin û Newroza xwe pîroz bikin.
Ev hilmeta çalakvanên Kurd piştî wê yekê tê, wek pêngavekê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona, li çar perçeyên Kurdistanê û li welatên herêmê kombûn û civînên giştî hatine qedexekirin.
Peyama çalakvanan wiha ye:
Kurdistaniyên hêja:
Newroz weke resentirîn cejna neteweya Kurd di dirêjahiya dîrokê de bi derketin ji mal û vêxistina agirê hatiye pîrozkirin.
Lê îsal di 2020an de bi sedema vê rewşa nexwaz a vîrosa Coronayê ku bi ser Kurdistan û cîhanê de zal e, em ji Kurdistaniyan re daxwaz dikin ji bo parastina tendurustiya xwe û neteweya xwe îsal em di malên xwe Newroza xwe pîroz bikin. Bo vê yekê em dikarin bi berxwekirina kincên Kurdî, hilkirina alaya Kurdistanê, xwendina sirûda "Ey Reqîb"ê, bi muzîk û stranên Kurdî û vêxistina mûman li dewsa agirê newroza xwe pîroz bikin. Her weha bi parvekirina vîdyoyên Newrozane di torên civakî de û bi awayeke mecazî em weke neteweya Kurd li dorê hevdu bicin.
S. B