Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê li bakur û rojhilatê Sûriye radighîne

Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê li tevahiya deverên bakur û rojhilatê Sûriyê ragehand

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê li tevahiya deverên bakur û rojhilatê Sûriyê  ragehand.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ragehand ji ber vayrosa korona wan biryar da ye ji sibeha roja 21 vê mehê de çûnûhatina nava bajarên sereke were qedexekirin. herwiha  sibeha roja 23ê vê mehê jî qedexe giştî dê tevahiya deverên bakur û rojhilatê Sûriyê li xwe bigre.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, dê tevahiya xwaringeh  bazar û parkên giştî holên ahengan bêne girtin.

Lê, herweha di raya giştî ya rojavayê Kurdistanê de, pêngavên Rêveberiyê hemberî Vayrosa Korona ne ciddî hatine nirxandin.

 

 

C.B