Îraq.. 15 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Korona hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand 15 heletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li hejmareka parêzgehan hatîne tomarkirin.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand 15 heletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li hejmareka parêzgehan hatîne tomarkirin.
Di beyanname ya Wezareta Tenduristîya Îraq de hatîye, pişkinîn hate kirin bo 61 gumanlêkirîyên helgirên Vayrosa Korona û encama 15 kesan bi erênî derket.
Aşkera kirîye jî, ku li Bexa 4, li Necef 5, li Babil 3, li Dîqar 1, li Besra 1 û li Kerbela jî 1 halet hatîne tomarkirin.
Bi vî awayî hejamara tevaya tuşbûyên Vayrosa Korona li seranserî Îraqê gehişte 192 kesan.
Derbarê amara mirinê bi sedema Koronayê jî, Wezaretê ragehandîye, haleteka din a can ji destdanê bi sedema evî derdî li parêzgeha Dîqar hatîye tomar kirin û bi vî yekî jî, hejmara mirîyan gehişte 13 haltan.
Ev jî di demekê de ye, ku evro êvarî, wezareta Tenduristîya Îraqê tûşbûna 11 kesên din bi Vayrosa Koronayê ragehandibû, bi vî awayî jî, di dema şevek û rojekê de 26 haletên tûşbûnê hatin ragehandin.