Alîyên Şîe derbarê redkirina Zurfî kom dibin
Çavkanîyeke sîyasî ji pêkhateyên Şîeyan ragehand, civînek li mala serokê Rewta Hîkme, Emmar Hekîm dê birêve biçe û di wê civînê de pirsa redkirina Ednan Zurfî, kandîdê raspartî bo pêkhînana hikumeteka nû ya Îraqê û raspartina Neîm Suhêl li şûna wî dê bihête gotûbêjkirin
K24- Helêr

Ewî çavkanî bi kenala RT ragehandîye, tevaya girûpên çekdar û hêzên sîyasî ji Fetih, Dewleta Yasa û Fezîle, herweha Hizba Kongire ya Nîştîamanî bi amadebûna serokê deste ya Heşda Şeibî, Falih Feyad li mala Emmar Hekîm dêcivin daku gêngeşya redkirina Ednan Zurfî bikin.
Xuya jî kirîye, armanc ji wê civînî, hewldane bo razîkirina Ednan Zurfî daku xwe ji pirsa pêkhînana kabîneya hikumetê bide paş û li şûna wî Neîm Suheyîl bihête kandîkirin.