Ragehandineka nû ji Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 23 belav kir. Di ragehandinê de, amaje bi amara tevaya tûşbûyên Vayrosa Korona li Herêma Kurdistanê û kesên Korentînekirî û kesên hatîne çareserkirin daye
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 23 belav kir. Di ragehandinê de, amaje bi amara tevaya tûşbûyên Vayrosa Korona li Herêma Kurdistanê û kesên Korentînekirî û kesên hatîne çareserkirin daye.
Deqa ragehandina wezaretê:
Ragehandina wezareta Tenduristîyê
Hejmare 23
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîyê berdewam in li ser vedîtin û pişiknîna gumalêkirîyên helgirên evê vayrosê û bi evê yekê jî:
- Hejmara hevwelatîyên di Korentînan de bûn 4473 hevwelatî bûn e, li 26 cihên cuda, ku di niha de tenê 1563 hevwelatî di korentîneyê de mane û 2910 hevwelatî derketine û vegerîyane nav malbatên xwe; piştî temambûna dema dû heftîyan. Li gel korentînekirina hejmareka din ku evro hatine korentînekirin, ku tevaya hejmara wan 53 hevwelatî bûn.
- Di 24 demjimêrên bûrî de, 227 pişkinîn hatin encamdan, 103 li bajarê Hewlêrê, 62 li Silêmanîyê û 62 li Dihok. Di encam de 2 tûşbûyê nû hatin tomarkirin, yek li bajarê Silêmanîyê, ku jineka 63 salîye û dayîka tûşbûyeka berê ye. Yê dî jî li bajarê Dihokê ye û zelamekê temen 50 salîye ku berê ji welatê Emanîya vegerîya ye.
- Di niha de hejmara tevaya helgirên Vayrosa Korona ya nû COVID- 19 li Herêma Kurdistanê 41 halet in, di nav evê hejmareyê de, 1 haletê mirinê heye û 13 nexweş bi temamî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo wezareta navxwe û supas bo pabendbûna hevwelatîyan ku evro li mal man. Carek dî tika dikîn pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê û li malên xwe bimînin û neçin derve daku berketîyên kesên din nebin û di dema pêwîst de,peywendîyê bikin bi hêla germa 122 di dema pêwîst de.
Wezareta tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
19/Adar/ 2020