Hevpeymanîya Nêvdewletî rahînanên xwe bi hêzên Îraq rawestandin

Bi sedema metirsîyên Koronayê, Hevepymanîya Nêvdewletî rahînanên xwe bi bihêzên Îraqî rawestandin.

K24- Hewlêr

Bi sedema metirsîyên Koronayê, Hevepymanîya Nêvdewletî rahînanên xwe bi  bihêzên Îraqî rawestandin.

Berpirsekê bilindê Emerîkayê di hevpeymanîya Nêvdewletîya Dijî Daişê de, bi ajansa Royterz re ragehandîye, bi sedema metirsîyên Koronayê wan rahînanên xwe bi hêzên Îraqê re rawestandine.

Wezareta  Berevanîya Birîtaniya jî ragehand,  wan rahînan bi hêzên Îraqê re rawestandine û pişkek ji serbazên rahêner jî, vegerandine bo Birîtaniya.

Hefteya burî Hêzên Hevpeymanan xwe ji sê bingehên serbazî vekişandin û radestê hêzên Îraqî kirin.

Ev di demekê de ye, ku di çend hefte yên burî de, hêzên Hevpeyamanan, çend caran ji alyê mîlîşyayan hatin burdûmankirin.