Hikumeta Herêma Kurdistanê kempîna “ Bi hev re bihêztir in” radigehîne

Hikumeta Herêma Kurdistanê bi armanca komkirina bexşîn û alîkarîyê bo rûbirûbûna Vayrosa Koronaya nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê kempîna “ Bi hev re bihêztir in” ragehand.

K24- Hewlêr

Hikumeta Herêma Kurdistanê bi armanca komkirina bexşîn û alîkarîyê bo rûbirûbûna Vayrosa Koronaya nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê kempîna “ Bi hev re bihêztiri n” ragehand.

Fermangeha Mêdya û Zanyarî ya hikumeta Herêma Kurdistanê belav kirîye, bo derbazkirina evê qonaxa dijwar, pêşwazî û destxweşîyê ji hatinepêş a xelkên bi helwêst û ciwamêr dikîn li hevkarîkirina hikumeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku hevwelatî dikarin alîkarî û bexşînên xwe bi rêya evan hejmarên bankî pêşkeş bi kempînê bikin:

Banka Minare ya hikumî, bi hejmara hisabî: 493

Banka Ehlî RT, bi hejmara hisabî: 47186

Herweha bo zanyarîyên zêdetir dikarin peywendîyê bi van hejmarên telefonan ve bikin: 0770 559 00 01      0750 157 19 11