Hejmara tûşbûyên Korona li Îranê ji 20 hezaran nêzîk dibe
Wezareta Tenduristîya Îranê ragehand, hejmara tûşbûyên Koronayê li wî welatî gehiştîye 19 hezar û 644 kesan û 1433 kesan jî canê xwe ji dest dane bi sedema wî derdî.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îranê ragehand, hejmara tûşbûyên Koronayê li wî welatî gehiştîye 19 hezar û 644 kesan û 1433 kesan jî canê xwe ji dest dane bi sedema wî derdî.
Elî Reza Reyîsî, cêgirê wezîrê Tenduristîya Îranê, evro, dawîn amara tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê pêşkeş kir û got: Di 24 demjimêrên burî de, 1237 kesên din tûşî Vayrosa Korona Nû KOVID-19 bûne û hejmara tûşbûyan li Îranê gehişte 19644 kesan.
Elî Reza Reyîsî xuya jî kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 149 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbanîyan gehişte 1433 kesan.
Cêgirê wezîrê Tenduristîya Îranê got jî: Heya niha 6745 kes jî çêvebûne û vegeryane malên xwe.
Çavkanî: IRNA