Îmarata Erebî Newrozê li Gelê Kurdistanê pîroz dike
Konsolê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê di peyamekê de cejna Newrozê li serkirdatî û gelê Kurdistanê pîroz dike û hêviya xêr, xweşî û destkeftên zêdetir ji Herêma Kurdistanê re dixwaze.
K24 – Navenda Nûçeyan
Konsolê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê di peyamekê de cejna Newrozê li serkirdatî û gelê Kurdistanê pîroz dike û hêviya xêr, xweşî û destkeftên zêdetir ji Herêma Kurdistanê re dixwaze.
Consolê Giştî yê Îmarata Erebî Ehmed Zahirî El Zahirî di peyama xwe de ragihand, cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî li Herêma Kurdistanê bi serkirdatî û gelê wê pîroz dikin û ji xwedêyê mezin dixwazin, vê cejnê ji Kurd re xêr, bereket, xweşî, şadî û destkeftên zêdetir be.
S. B