Li Silmaniyê kesekî dayik û 3 birayên xwe kuştin

Jêderekî ji Polîsa bajarê Silêmaniyê ragihand, li Silêmaniyê kesekî dê û 3 birayên xwe kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji Polîsa bajarê Silêmaniyê ragihand, li Silêmaniyê kesekî dê û 3 birayên xwe kuştin.

Peyvdarê Polîsa Silêmaniyê ragihand, şeva bûrî kesekî dayik û 3 birayên kuştin û bavê xwe jî birîndar kir, piştre teqe li hêzên ewlehiyê jî kir.

Diyar kir, sedema wê bûyerê ji ber pirsgirêkeke civakî bûye û kesê teqe kirine bi birîndarî hat desteserkirin.

Di wê derbarê de Rêvebirê Polîsa Silêmaniyê Aso Şêx Teha da zanîn, lêkolîn di derbarê wê bûyerê de tê kirin.

 

S. B