15 kesên din li Iraqê bi vîrusa Korona ketin

Wezareta Tenduristiyê yê Iraqê tomarkirina 15 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê yê Iraqê tomarkirina 15 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona radigihîne.

Tevî ragihandina qedexeya çûnûhatinê ji berî 3 rojan ve, Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, 15 kesên din bi virusa Korona ketine.

Hejmara kesên li Iraqê bi vîrusa Korona ketine gihîştiye 208 kesan û heta niha 17 kesan jî canê xwe jidest dane.  

 

S. B