Li Îranê zêdetir ji 20 hezar kesî bi Korona ketine
Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê dawî amarên mirin û tûşbûna bi vîrusa Korona li welatî ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê dawî amarên mirin û tûşbûna bi vîrusa Korona li welatî ragihandin.
Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanoş Cihanpor ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de, 966 kes bi vîrusa Korona ketin û 123 kesan jî cane xwe jidest dane.
Cihapor diyar kir, bi vî rengî jî hejmara giştî ya kesên bi Korona ketine, gihîşt 20 hezar û 610 kesan. Hejmara kesên canê xwe jidest dane gihîşt yek hezar û 556 kesan.
Amaje bi wê jî da, heta niha 7 hezar û 635 kesan baş bûne.
Li ser astê cîhanê, Îran di hejmara tûşbûn û mirina bi vîrusa Korona di rêza sêyem li piştî Çîn û Îtalya de tê.
Lê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê radigihîne, hejmarên kesên li Îranê bi sedema vîrusa Korona dimirin, 5 caran ji yên tên ragihandin zêdetir e.
S. B