6 kesên din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketin
Şeş kesên din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketin, kesek li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û yek jî li Derbendîxanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şeş kesên din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketin, kesek li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û yek jî li Derbendîxanê.
Bi vî rengî jî, hejmara giştî ya kesên bi vîrusa Korona ketine li Herêma Kurdistanê gihîşt 54 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê derangê şeva bûrî di daxuyaniyekê de ragihand, tîmên tenduristiyê bi berdewamî li kesên gûmanlêkirî digerin û pişknîn dikin, bi vê jî:
- Hejmara welatiyên ketine kerentînê bû (4560) kes. Niha tenê (1592) tê de mane. (2968) welatî piştî mana du hefteyan derketin û vegeriyane malên xwe.
- Di 24 demjimêrên bûr de (191) kes hatin pişknînkirin, (89) li Hewlêrê, (62) li Silêmaniyê, (40) li Duhokê û di encamê de (7) hilgirê vîrusa Koronayê bûn: Piyayekî (29) salî li Hewlêrê. (6) li Silêmaniyê, piyayekî 37 salî li nahiya Sengerserê ku duhî berî derketina vê daxuyaniyê hatibû ragihandin, piyayekî (45) salî li devera Derbendîxanê, jineke (38) salî û 3 piyayên yên temen (28),( 62) û (48) salî bûn. Ji wan 4 ji Îran û Ewropa vegeriyabûn û yên din serdana welatên derve nekiribûm.
- Koma giştî ya hilgirên vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê (54) kes in, di nava wan de (1) haleta mirinê heye, (13) baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê spasiyê li tîmên bijîşkî dike û spasiya pabendbûna welatiyan bi mana li malên xwe dike û careke din ji wan daxwaz dike li malên xwe bimînin û di her rewşeke pêwîst de pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.
S. B