Gilî li Berhem Salih hat vekirin tomarkirin
Li Dadgeha Federalî ya Iraqê, gilî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih hat tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Dadgeha Federalî ya Iraqê, gilî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih hat tomarkirin.
Parlemanterê Firaksiyona Sadîqon a Asayib Ahilulheq ragihand, wan li Dadgeha Federalî gilî li Serokomar Berhem Salih tomar kiriye, ku raspardina wî ji Ednan El Zurfî ji bo pêkanîna hikûmetê, binpêkirina destûrê ye.
Duhî jî parlemanterê Firaksiyona Bedir a Hadî Elewî, daxwaz ji parlemanteran kirinû, îmzeyan ji bo standina baweriyê ji Serokomarê Berhem Salih kom bikin.
Roja 17ê Adarê Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Ednan El Zurfî bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê raspardibû.
S. B