Mesrûr Barzanî derbarê belavbûna vîrusa Korona de peyamek belav kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de daxwaz ji hemû welatiyan û rûniştvanên Herêma Kurdistanê dike, pabendî rêkarên Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Navxwe bibin, ta rê li belavbûna zêdetir a vîrusa Korona bê girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de daxwaz ji hemû welatiyan û rûniştvanên Herêma Kurdistanê dike, pabendî rêkarên Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Navxwe bibin, ta rê li belavbûna zêdetir a vîrusa Korona bê girtin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Daxwaz ji hemû welatiyan û rûniştvanên Herêma Kurdistanê dikim, pabendî rêkarên Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Navxwe bibin, ta rê li belavbûna zêdetir a vîrusa Korona bê girtin”.
Diyar kir jî: “Tevî agahdarkirin û girtina hemû rêkarên pêwîst ji aliyê dam û dezgehên hikûmî, mixabin hîna hin kes hene serpêciyê dikin, bi wan riftaran jî ne tenê jiyana xwe, belkû jiyana malbatên xwe û tevahiya xelkê Kurdistanê dixin metirsiyê”.
Serokwezîr dide zanîn: “Mixabin hejmara tûşbûyan li Herêma Kurdistanê û bi taybet li parêzgeha Silêmaniyê di zêdebûnê de ye, sedema wê jî ew e ku wek pêwîst hevkarî bi dam û dezgehan re nayê kirin û rêkar jî ji aliyê hejmarek welatî ve nayin bicihkirin û binpêkirin li xakên sînorî jî berdewam e.”
Ragihand jî: “Ti berjewendiyeke taybet nîn e ku jiyana xwe û xelkê bixin metirsiyê. Ji vir ve bi pêwîstî dizanim ku dam û dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê rêkarên tundtir li hember serpêçkaran bigirin ber û ewên yariyê bi jiyana xelkê dikin, rûbirûyî yasayan bibin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Hêvîdar im welatiyên xweşewîst metirsiya vê betayê bi cihî werbigirin. Ewê li ser hikûmetê bû, me kir û berdewam jî dibin, lê pêwîst e em hemû hevkariya hev bikin, rola hikûmet û welatiyan di vê rewşê hevdu temam dike”.
Di peyamê de hat jî: “Karîna sîstema tenduristiyê li Herêmê sînordar e û di dema ew peta zêde belav bibe, pirsgirêk jî zêde dibin û wê demê giliyê li kesî nekin. Ji ber wê wernegirtina cidî û her xemsariyek dikare encamên karesatbar jê derkevin. Divê hemû kes û alî dawî li berjewendiyên xwe yên taybet bînin û xema giştî ya xelkê Kurdistanê bixwin û wê bi xema xwe bizanin, ji ber kesek li derveyî bandorên vê petayê nabe.
Herwiha Serokwezîr dibêje: “Tikayê ji hemû welatiyan dikim, bi hesteke berpirsyarane rênmayan li ber çav bigirin û jiyana xwe û malbat û hevniştimanên xwe biparêzin. Tikayan ji we dikim, di vê dema diyarkirî de li malê bimînin û pêwendî û çûnûhatina xwe kêmtir bikin”.
Serokwezîr Mesrûr di dawiya peyama xwe de dibêje: “Di dawiyê de spasiyê li xweragiriya piraniya xelkê Kurdistanê dikim. Spasî û pêzanîna xwe arasteyî tîmên tenduristî, bijîşk û peresterandikim ku di hêla pêşî ya rûbirûbûna vê petayê de ne. Spasiya hêzên navxwe, kardemên şaredariyê, kehreba û hemû dezgehên xizmetguzariyê dikim, ku bi şev û roj di parastina xelkê û bicihkirina rênmayan de berdewam in”.
S. B