Li Iraqê 12 kesên din bi Korona ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, 12 kesên din li çend parêzgehên Iraqê hatine tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, 12 kesên din li çend parêzgehên Iraqê hatine tomarkirin.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, 8 kes li Bexdayê, 2 kes li Necef, kesek li Kerbela û kesekî din li Mosene bi vîrusa Korona ketine.

Amaje bi wê jî da, 3 kes bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane. Herwiha 5 kes baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir, heta niha 233 kes bi vîrusa Korona ketine, 20 kesan canê xwe jidest dane û 57 kes jî baş bûne.

 

S. B