Yekem karwanê alîkariyên tenduristî gihîşt Îranê

Di çarçova hevkariya tenduristî de, îro yekem karwana hevkariya Bijîşkên Bêsînor bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona gihîşt Îranê.

K24 – Nanenda Nûçeyan

Di çarçova hevkariya tenduristî de, îro yekem karwana hevkariya Bijîşkên Bêsînor bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona gihîşt Îranê.

Balyozê Îranê li Fransayê Behram Qasimî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, yekem firokeya Bijîkên Bêsînor gihîşte Tehranê.

Qasimî ragihand, ew firoke ji bajarê Bordo yê Fransayê gihîşt Îranê û derman, cilûbergên bijîşkî û nexweşxaneyeke meydanî pê re ye.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Seîd Nemekî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li 49 hejar binekyên tenduristiyê, pişknîna vîrusa Korona ji zêdetir ji 32 milyon kesî hatiye kirin.

Li gor dawî amaran, li Îranê hejmara giştî ya kesên bi Korona ketine, gihîşt 21 hezar û 638 kesan. Hejmara kesên canê xwe jidest dane gihîşt yek hezar û 685 kesan.

 

S. B