Hejmara mirîyan bi sedema Korona li Îranê 1600 kes derbaz kir
Kîyanûş Cehanpûr, gotebêjê Wezareta Tenbduristîya Îranê, evro dawî amara tûşbûyan û qurbanîyên Vayrosa Koronayê li weltî aşkera kir.
K24- Hewlêr
Kîyanûş Cehanpûr, gotebêjê Wezareta Tenbduristîya Îranê, evro dawî amara tûşbûyan û qurbanîyên Vayrosa Koronayê li weltî aşkera kir.
Kîyanûş Cahenabûr ragehand, di 24 demjimêrên bûrî de, pişkinîna 1028 kesan bi erênî derketîye û hejmara tûşbûyan gehişte 21638 kesan.
Gotebêjê wezareta Tenduristîya Îranê got jî: Her di evê demê de, 129 kesan bi sedema wê nexweşîyê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbanîyan jî gehişte 1658 kesan.
Cehanpûr xuya jî kir, ku ji destpêka serheldana Vayrosê Koronayê ve li
Îranê, heya niha 7913 kes çêvebûne û nexweşxane hêlane.