Evro Zurfî dest bi danûstandinên fermî dike bo pêkanîna hikumetê
Biryare evro, Zurfî dest bi danûstanên fermî bike li gel alîyên sîyasî bo pêkhînana hikumeta xwe ya demkî.
K24- Hewlêr
Biryare evro, Zurfî dest bi danûstanên fermî bike li gel alîyên sîyasî bo pêkhînana hikumeta xwe ya demkî.
Çavakanîyekî bi rojname ya Şerqulewset ew ragehandîye, di rojên bûrî de, Zurfî danûstandineka pir li gel wan alîyên sîyasî hebûye; ewên raspartina wî bo pêkhînana hikumetê red dikin.
Hefteya bûrî Edan Zurfî, bi fermî ji alîyê serok kormarê Îraqê hat raspatin bo pêkhînan kabîneya nû ya hikumeta Îraqê.
Li gor gotinên wî çavkanî, Zûrfî biryar daye, evro dest bi danûstandinan bike û encamên wan danûstandinan jî arasteya Civata Nwêneran bike daku bawerîyê bi dest bihîne.