10 haletên din yên tûşbûnê bi Koronayê li Silêmanîyê hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina evro belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandinek belav kir.
Ev jî deqa wê ragehandinê:
Derencamên nû..
Li berdewamîya pişkinîn û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, 10 tûşbûyên Vayorsa Korona ya Nû (KOVID-19) li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin, ku 2 ji wan rûnişvanên nav bajarê Silêmanîy ne û 7 ji Qeza ya Derbendîxan û 1 jî rûnişvanê qezaya Çemçemal e.
Wezareta Tenduristîyê
22yê Adarê/ 2020