Grûpên çekdaran 5 kes ji Efrînê revandin
Bi salvegera dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, zincîreya tawan û binpêkirinên mirovî berdewam e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi salvegera duyemîn a dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, zincîreya tawan û binpêkirinên mirovî berdewam e.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpeke çekdar welatiyê bi nave Şêxmûs Mihemed Elî ji roja 17ê Adarê ve ji nava geraca Efrînê hat revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Herwiha çekdarên grûpa Cebhe El Şamiyê roja 18ê Adarê welatî Hebeş Behcet Hebeş ji nava dukana wî ya li herêma Pîşesazî ya Efrînê revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.
Wê rêxistina mafên mirovan da zanîn jî, grûpeke çekdar ji roja 19ê Adarê ve xortê bi navê Şiyar Silêman Helaq revandiye.
Wê rêxistinê diyar kir jî, grûpeke çekdar ji roja 20ê Adarê ve dermansaz Samî El Boş ku koçberekî Ereb e revandiye, ji ber ku wî li tora civakî li binpêkirinên mirovî û dizî û talana grûpên çekdar dinivîsî.
Ji aliyekî din ve, hat zanîn ku roja 20ê Adarê li gundê Celemê yê ser bi Cindirêsê ve, xortê bi navê Mihemed Înce bi sedema vêxistina agirê Newrozê ji aliyê gûpeke cekdar ve hatiye revandin.
ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve, zordarî li ser xelkê Efrînê bi her awayî berdewam e û bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û eşkencedan.
S. B