12 kes li Hewlêrê bi vîrusa Korona ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, tomarkirina 12 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona li Hewlêrê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, tomarkirina 12 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona li Hewlêrê ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daxuyaniya hejmar (26) belav kir û derbarê nexweşiya vîrusa Korona Nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê de ragihand, tîmên tenduristiyê bo ji bo dîtin û pişknîna kesên gûmanlêkirî û hilgirên vê vîrusê, rojane berdewam in.

Wezareta Tenduristiyê da zanîn, hejmara welatiyên di kerentînê de bûn (4593) welatî li (26) cihên cuda ne. Niha tenê (1528) welatî di kerentînê de mane û (3065) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeriyane malên xwe.

Aşkere kir jî, di 24 demjimêrên bûrî de 12 kes li Hewlêrê bi vîrusa Korona ketine, ku 9 kes ji merivên kesên berê bi wê vîrusê ketine bûn û (3) kesên din jî têkiliya wan bi xwandekarekî hebûne ku berî çend rojan tûşbûna wî hatibû ragihandin.

Wezareta Tendirsutiyê şeva bûrî jî diyar kiribû, 10 kesên nû li parêzgeha Silêmaniyê bi vîrusa Korona ketine. 

Hejmara giştî ya kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine (76) kes in, ji nava wan (1) haleta mirinê heye û (13) bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê spasiyê li tîmên bijîşkî dike û spasiya pabendbûna welatiyan bi mana li malên xwe dike û careke din ji wan daxwaz dike li malên xwe bimînin û di her rewşeke pêwîst de pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.