Kesên xêrxwaz nexweşxaneyekê bo Korona li Seyid Sadiq nûjen dikin

Hejmarek ji xêrxwaz û sermayedarên bajarokê Seyid Sadiq ê ser bi qezaya Şehrezorê ve, nexweşxaneyeke taybet bi Korona nûjen dikin û daxwaz ji sermayedaran din hevkariyê bi Hikûmetê re bikin, ta ji nexweşiya Korona xilas bibin û vê rewşa nexwastî derbas bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xêrxwaz Hacî Omer ku hevkariyê bi Rêveberiya Tenduristiya Seyid Sadiq re dike û çendîn karên din xêrxwaziyê kirine bi K24ê re bang li hemû sermayedar û xêrxwaz kir, hevkariyê bi hikûmet û welatiyan re bikin, ji bo vê rewşa dijwar derbas bikin.

Ji aliyê xwe ve Qeymeqamê Qezaya Şehrezor Diyarî Refîq ev helwesta xêrxwazan bilind nirxand û ji K24ê re diyar kir, ew hemû asankariyan ji kesên dixwazin hevkariyê bi bajarokê wan re bike dikin.

Diyar kir jî, ew amrazên bijîşkî yên pêwîst jî ji nexweşxaneyê re dabîn dikin û di çend rojên bê de dikarin pêşwaziyê li 20 nexweşan li wê nexweşxaneyê bikin.

Biryar e di 20 rojên bê de, karên nûjenkirina nexweşxaneya Seyid Sadiq bidawî bibe, ku xêrxwazan 250 hezar Dolar jê re terxan kirine.

S. B