Qeyum ji bo 4 şaraderiyên HDPê hatin danîn
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dest danî ser 4 şaraderiyên HDPê û qeyum jê re danîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dest danî ser 4 şaraderiyên HDPê û qeyum jê re danîn.
Wezqareta Navxwe ya Tirkiye qeyûm bo şaredariyên Batman, Lice, Farqîn û Erxeniyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) erkdar kirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qeyûm tayînî şaredariyên HDPê yên Batman, Farqîn, Licê û Erxenî kir. Bi erkdarkirina qeyûman re hevşaredarên HDPyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û Hevşaredarê Erxenî Ahmet Kaya hatin binçavkirin. Avahiyên van şaredariya ji aliye polîsan ve hatin dorpêçkirin û destûrê nadin kes biçe avahiyên şaredariyan.
Avahiyên van şaredariya ji aliye polîsan ve hatin dorpêçkirin û destûrê nadin kes biçe avahiyên şaredariyan.
HDPê di hilbijartina xwecihî ya 31ê Adara 2019an de 3 bajarên mezin, 5 bajêr, 45 navçe û 12 bajarokan qezenc kiribû. Beriya niha jî qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, Şaredariya Colemêrgê, 29 navçe û 3 bajarokan hatibûn kirin.