Seroka Parlemana Kurdistanê bo Korona bangewaziyekê belav dike
Seroka Parlemana Kurdistanê di bangewaziyekê de daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rêkarên tenduristiyê bibin û sûdê ji ezmûna welatên ku bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest dane bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Seroka Parlemana Kurdistanê di bangewaziyekê de daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rêkarên tenduristiyê bibin û sûdê ji ezmûna welatên ku bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest dane bikin.
Di daxuyaniyekê de Seroka Parlemana Kurdistanê Rêwaz Fayiq ragihand, niha Herêma Kurdistanê, Iraq û tevahiya cîhanê bo rûbirûbûna vîrusa Korona ya kujer, di qonaxeke çarenivîs û dijwar de ye. Niha zane û navendên mezin ên bijîşkî diyar dikin ku ji bilî pabendbûna bi rêkarên tenduristiyê, ti riyeke din nine ji bo derbaskirina vê rewşê.
Seroka Parlemana Kurdistanê dibêje, ji ber wê, daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê dikim, bi hev re rûbirûyî vê vîrusê bibin , dahatûya me hemû bi hev ve girêdayî ye, tika dikim em pabendî rênmayên Wezareta tenduristiyê û dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin, ku ji destpêkê ve bernameyeke baş bo rûbirûbûna vê petaya cîhanî danîne.
Rêwaz Fayiq di bangewaziya xwe de jî destxweşiyê li bijîşk û karmendên tenduristiyê, hêzên polîs, asayiş, polîsa çûnûhatinê, karmendên xalên sînorî û xizmetguzariyên giştî, rojnamevan û hemû kesên di sengerên pêşî de rûbirûbûyî vîrusa Korona dibin dike.
Seroka Parlemanê amaje bi wê dide, li welatên pêşketî û xwedî sîstemeke baş a tenduristiyê nûçeyên trajedî derdikevin, ji ber wê divê ji wan fêr bibin ku pabendî rênmayan bibin û wan bicih bikin, ta rastî karesatên mezin nebin.
S. B