Bo kerentîkirina Derbendîxanê daxwaza hêza zêdetir tê kirin
Li bajarokê Derbendîxanê ku 7 kes bi vîrusa Korona ketine, Qeymeqamê Derbendîxanê daxwaza hêza zêdetir dike, ta ew bajarok were kerentîkirin û rêgirî li belavbûna wê vîrusê were kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Derbendîxanê ku 7 kes bi vîrusa Korona ketine, Qeymeqamê Derbendîxanê daxwaza hêza zêdetir dike, ta ew bajarok were kerentîkirin û rêgirî li belavbûna wê vîrusê were kirin.
Qeymeqamê Derbandîxanê Nasih Mela Hesen ji K24ê re ragihand, vîrusa Korona bi riya kesekî li Derbandîxanê belav bûye, ji ber wê pişknîn ji hemû wan kesên ku pêwendî bi wî re kirine tê kirin.
Got jî: Bi şêwirmendiya bi Wezîrê tenduristiyê re, bi me baş e Derbendîxan bê kerentîkirin, ji ber her kes li mala xwe bimînin.
Amaje bi wê jî da, îro wan bi hemû karînên xwe hewl dane bi her awayekî çûnûhatinê li Derbendîxanê rawestînin, lê pêwîstiya wan bi hêzeke zêdetir heye.
S. B