Wezîrê Tenduristiyê peyamekê arasteyî xelkê Derbandîxanê dike

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê peyamek arasteyî xelkê qezaya Derbendîxan û gundê Sêbîranê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê peyamek arasteyî xelkê qezaya Derbendîxan û gundê Sêbîranê kir.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî daxwaz ji welatiyan kir, bi ti awayekî welatî dernekevin ser kolanan û bi tevahî li malê bimînin.

Her kesek têkilî bi kesên bi vîrusa Korona ketine, xwe bidin dest tîmên tenduristî, ji bo bêne pişknînkirin.

Wezîrê Tenduristiyê tekez dike, divê welatî bi dayîna zanyariyan hevkar bin û Kurdistanê ji karesatê biparêzin.

Li qezaya Derbendîxanê ku 7 kes bi vîrusa Korona ketine, Qeymeqamê Derbendîxanê daxwaza hêza zêdetir kiribû, ta ew bajarok were kerentîkirin û rêgirî li belavbûna wê vîrusê were kirin.

 

S. B