33 haletên nû yên tûşbûnê bi Koronayê li Îraqê hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand, di 24 demjimêrên burî de, 33 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Korona li tevaya parêzgehên Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî hatîne tomar kirin.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand, di 24 demjimêrên burî de, 33 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Korona li tevaya parêzgehên Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî hatîne tomar kirin.
Rêjeya tûşbûyan li gor parêzgehan bi vî awayî ye:
Bexda: 7 halet.
Necef: 2 halet
Besra: 1 halet.
Neynewa: 1 halet.
Silêmanî: 12 halet.
Hewlêr: 10 halet.
Li gor ragehandina wezareta Tenduristîya Îraqê 3 haletên mirinê hatine tomarkirin, li Bexda, Besra û Dîyala.
Her di 24 demjimêrên burî de, 5 kesên din çêvebûne ku sê li Bexda ne, yel li Mîsan û yek li Kerbela.
Bi vî awayî hejmara tûşbûyên Vayrosa Korona li Îraqê gehişte 266 kesan û hejmara kesên canê xwe jî ji desrtdane gehişte 23 û ewên heya niha çêvebûne 62 kes in.