Tûşbûyên Koronayê li Îranê 23 hezar derbaz kir

Gotebêjê Wezareta Tendursitîya Îranê, dawî amara tûşbûyan û can jidestdanê bi sedema Vayrosa Koronayê ragehand.

K24- Hewlêr

Gotebêjê Wezareta Tendursitîya Îranê, dawî amara tûşbûyan û can jidestdanê bi sedema Vayrosa Koronayê ragehand.

Kîyanûş Cehanpûr aşkera kir, ji nîvroya duhî ve heya evro 1411 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Îranê hatine tomarkirin û hejmara tûşbûyan gehişte 23049 kesan.

Gotebêjê Wezareta Tenduristîya Îranê dibêje: Her di evê maweyê de, 127 kesan jî canê xwe jidestdan e û hejmara mirîyan gehişte 1812 kesan.

Cehanpûr aşkera kir, % 80 ji wan mirîyan temenên wan li 60 salî zêdetire yan jî nexweşîyên dem dirêj hebûn e.

Kîyanûş Cehanpûr xuya jî kir, heya niha 8376 kes çêvebûne.

Li gor amara Wezareta Tenduristîya Îranê, % 58. 6 ji tûşbûyan zelam in û % 41. 4 jî jin in. rêjeya mirina zelaman %60 e û rêjeya mirina jinan %40 e.