Rêveberiya Xweser: Dibe qedexeya derketinê were dirêjkirin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gel kir ku ji bo parastina tenduristiya giştî, tedbîrên hatine ragihandin pêk bînin. Her wiha destnîşan kir ku qedexeya derketina derve dê 15 rojan dewam bike û dibe ku were dirêjkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser daxwaz ji welatiyan kir pabendî qedexeya derketinê bibin û diyar kir, dibe ku were dirêjkirin.
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê daxwaz ji welatiyan kir ku tedbîrên Rêveberiya Xweser ragihandine pêk bîni,n da ku rê li pêşiya belavbûna vîrûsa Koronayê bigirin.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku "Di demekê de ku vîrûsa Korona ya nû (covid-19) xeteriyeke mezin ava kiriye û li seranserê cîhanê tedbîrên pêwîst bi taybetî yên xweparastina ji vîrûsê tên girtin.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku "Em li pêşberî rûbirûbûna rastiyekê û berpirsyariyeke mezin in lewma pêdivî bi bergiriyên pêwîst hene.
Tekez kir jî, “Li herêmên me heta niha haletên vîrûsê tune ne, lê divê em têkiliyên xwe aliyên peywendîdar re xurtir bikin, têgihêjtin û xebata xwe jî zêdetir bikin.”
Rêveberiyê bi daxuyaniyekê bang li tevahiya gel kir ku parastina xwe bikin û li gorî bergiriyên pêwîst tev bigerin, lê dîsa jî em di wê baweriyê de ne ku gel bîrwer e û xwe berpirs dibîne.
Rêveberiya Xweser diyar kir, dema qedexeya derketina derve ji 23 Adarê ji demjimêr 6:00 sibê ve dest pê dike û heta 15 rojan qedexe berdewam e, her wiha dema pêwîstî pê hebe dê dem were dirêj kirin.