Hemû hêzên Ewlekarîyên yên ser bi wezareta navxwe ketin di amadebaşîyê de

Wezîrê navxwe yê hikumeta Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed, bi biryarekê, tevaya hêzên ewlekarîyên yên ser bi wezareta navxwe xiste di haleta amadebaşîyê de.

K24- Hewlêr

Wezîrê navxwe yê hikumeta Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed, bi biryarekê, tevaya hêzên ewlekarîyên yên ser bi wezareta navxwe xiste di haleta amadebaşîyê de.

Di wê fermana wezarî de hatîye: Bi armanca cêbicîkirina biryar û rênimayên hikumeta Herêma Kurdistnaê ya taybet bi berengabûna Vayrosa Koronayê, me biryar da bi:

  • Tevaya hêzên asayîşa navxwe ji efser û karmendên ser bi rêvebrîya giştîya Dîwana Wezaretê, Rêvebrîya Hêzên Asayîşa Navxwe, Rêveberîya Giştîya Navxwe, rêveberîyên ser bi Rêveberîya Giştî ya Regeznameya Herêma Kurdistanê, Rêveberîya Giştîya Polîsan, Rêveberîya Giştîya Berengabûna Tundûtîjîya dijî jinan, Rêveberîya Polîsên Kareba Herêmê, Rêvebrîya Polîsên Daristanan û jîngeha Herêmê, Dadgeha Hêzên Asayîşa Navxwe/Yek û dû, Desteya Pişkinîna Hêzên Asayîşa Navxwe, Kolîja Polîs/ Hewlêr û Silêmanî, û rêveberîya Meşq û Şîyandina parêzgeha Silêmanîyê ser bi Rêveberîya Giştî ya Polîsan dikevin haleta amadebaşîyê de bi armanca hevkarîkirinê li gel wan hêzên ku erkên cêbicîkirina rênimayên berengabûna Vayrosa Korona pê re hatîye sipartin
  • Rêvebrên wan fermangehên navhatî, li parêzgehan û rêveberîyên serbixwe, hevahengî dikin li gel rêveberên parêzgeh û rêveberîyên serbixwe bo dabeşkirina erkên xwe û ji alîyê wan rêveberan dê bihêne serperiştîkirin li gor rênimayên jûra operasyonên parêzgeh û rêveberîyên serbixwe.
  • Ev ferman li roja 23/3/2020 dihête cîbicîkirin.