Karwaneke hevkariyên tenduristî ji Çînê gihîşt Hewlêrê
Karwanek hevkariyan ji Çînê gihîşt Herêma Kurdistanê. Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê jî aşkere dike, biryar e di çend rojên bûrî de hejmarek ji şarezayên Çînê bên Herêma Kurdistanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Karwanek hevkariyan ji Çînê gihîşt Herêma Kurdistanê. Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê jî aşkere dike, biryar e di çend rojên bûrî de hejmarek ji şarezayên Çînê bên Herêma Kurdistanê.
Peyamnêrê K24ê li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê da zanîn, hevkariyek ji Çînê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê aliyê Konsolxaneya Çînê li Hewlêrê ve radestî Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bû.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, hevkariya Çînê bo Herêma Kurdistanê ji komek amûre û pêwîstiyên tenduristiyê pêk tê. Li gor pêwîstiya binke û rêvebertiyên tenduristiyê jî tên dabeşkirin.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî di konferanseke hevbeş bi Konsolê Giştî yê Çînê li Hewlêrê de ragihand, di hevkariyê de zêdetir ji hezar têstên pişknîna vîrusa Korona heye. Pêştir û di qonaxa yekem de jî Hikûmeta Çînê hejmarek ji mask wek hevkarî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir.
Diyar kir jî, biryar e di 27ê vê mehê de hejmarek ji şarezayên Çînê serdana Herêma Kurdistanê bikin, ji bo nirxandina nexweşiya Korona li Herêma Kurdistanê û çawaniya serederiya Wezareta Tenduristiyê bi vê vîrusê re.
Konsolê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Nê Rojî Milî ragihand, Hikûmeta Çînê bi hevkariya ligel Herêma Kurdistanê berdewam dibe û çendîn kompanyayên Çînê soz dane ku amûreyên taybet bi vîrusa Korona bişînin Herêma Kurdistanê.
Got jî: Herêma Kurdistanê di vê rewşê de bi tenê namîne, gel û Hikûmeta Çînê li pişt Herêma Kurdistanê dibe. Di bin çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vî şerî derbas dibin.
S. B