Li Hewlêrê 6 kesên din bi vîrusa Korona ketin

Wezareta Tendurstiyê ya Herêma Kurdistanê tûşbûna 6 kesên din bi vîrusa Korona li Hewlêrê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendurstiyê ya Herêma Kurdistanê tûşbûna 6 kesên din bi vîrusa Korona li Hewlêrê ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê derencamên nû yên berketina bi vîrusa Korona belav kirin û aşkere kir, li Hewlêrê zarokekî yek salî, zarokekî 9 salî, 3 jin û piyayekî bi vîrûsa Korona ketine.

Wezaretê diyar kir jî, bi vî awayî hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine gihîşt 91 kesan, ji wan 2 kesan canê xwe jidest dane.

   

S. B