Çend biryarên nû ji bo deriyên sînorî derketin
Rêveberiya Giştî ya Gumrikê li Herêma Kurdistanê çend biryarên nû derbarê hawirdekirina xwarek û kelûpelan derkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Giştî ya Gumrikê li Herêma Kurdistanê çend biryarên nû derbarê hawirdekirina xwarek û kelûpelan derkirin.
Di daxuyaniyekê de, Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ku arasteyî deriyên sînorî kiriye û wêneyek jê ketiye destê K24ê, tê de hatiye: “Ji bo berjewendiya gihandina pêwîstiyên xwarekê û kelpelan ji welatiyan re, asankariyên temam ji bo derbaskirina xwarek, kelûpel û pêwîstiyên bijîşkî tên kirin.
Di xaleke din de hatiye, xwarinên hişk piştî pişknîn û wergirtina nimûneya pişknîna taqeyî, rê ji bo wan tên dayîn ji heremê gumrikê derkevin û di bin çavdêriya Gumrikê de û bi hevahengî û serperiştiya parêzgeh û yekîneya îdarî ya qeza û nahiye di komgehan de bên danîn, heta encamên pişknînê derdikevin.
Hevdem Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed ragihand, heta niha Odeya Bazirganî û Pîşesazî li Silêmaniyê tevahiya bazirgan bi rênmayên Rêveberiya Giştî ya Gumrikê hatine agahdarkirin û dikarin kelûpelên xwe di deriyên sînorî re hawirdeyî Herêma Kurdistanê bikin.
S. B