Parêzgarê Hewlêrê: Heger pabendî rêkaran nebin rûbirûyî karasetê dibin

Parêzgarê Hewlêrê tekez dike, pêwîst e hemû welatî pabendî rêkarên tenduristiyê bibin, heger pabend nebin jî, em bi karesatekê re rûbirû bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Hewlêrê tekez dike, pêwîst e hemû welatî pabendî rêkarên tenduristiyê bibin, heger pabend nebin jî, em bi karesatekê re rûbirû bibin.

Ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona qedexeya çûnûhatinê li hewlêrê heta 1ê Nîsana bê hatiye ragihandin, Parêzgarê Hewlêrê jî daxwaz ji welatiyan dike ku pabendî rêkarên Wezareta tenduristiyê û Wezareta Navxwe bibin.

Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî ji K24ê re diyar kir, îro bi berawirdekirina bi rojên bûrî re, welatî bi awayekî kêmtir li ser kolanan tên dîtin û got: Careke din daxwaz ji welatiyan kir ku pabendî rêkaran bibin, heger pabend nebin, em rûbirûyî karesatekê dibin û wek welatên din dikevin rewşeke xirap.

Parêzgarê Hewlêrê tekez kir: Heger welatî pabendî rêkaran nebin, em neçar dibin rêkaran tundtir bikin.

Ragihand jî, ji bo parastina jiyana welatiyan, ew her hewlekê didin, lê divê welatî jî hevkar bin, ji ber ku ev kar bi tenê nayê kirin.

Ev yek di demekê de ye, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, duhî 12 kes û îro jî 6 kes li parêzgeha Hewlêrê bi vîrusa Korona Ketine.

 

S. B