Guldiken: Vayrosa Korona metirsîdar e, cîhan divê hevgirtî têkoşîna wê bide
Hevserokê Sendikaya karkerên tendirustî û civatî û dêrûnas Şiyar Guldiken ji K24 re anî ziman, ku: “Baştirîn rêgirî li Vayrosa Korona di rewşa niha ya bakurê Kurdistanê de, ji xweparastinê derbas dibe...
K24 – Navenda Nûçeyan
Rewşa Vayrosa Korona li Tirkiye, herweha li bakurê Kurdistanê bi awayek metirsîdar tê şopandin.Ligor gelek pisporan rêkarên hemberî Vayrosê wekî pêwîsş nehatine bicîhanîn.
Hevserokê Sendikaya karkerên tendirustî û civatî û dêrûnas Şiyar Guldiken ji K24 re anî ziman, ku: “Baştirîn rêgirî li Vayrosa Korona di rewşa niha ya bakurê Kurdistanê de, ji xweparastinê derbas dibe û bicîhanîna rênimayên hemberî Vayrosa Korona ne. Herweha dive rastiya rewşê ji alî berpirsiyaran ve neyê veşartin û rastî bê gotin. Gava rastî werin veşartin, metirsî jî zêdetir bandore dike”.
Şiyar Guldiken got:“Dewlet di rewşa Vayrosa Korona de çend şefaf û rastgo be, ewqas nêzîkahî hesanîtir û çend ne-şefaf û ne-rastgo be, ew prose gelek zehmettir dibe. Bawerî di navbeyna welatî û desthilat de namîn e”.
Liser rêgiriyên, ku heta niha li Tirkiye hatine kirin Guldiken, diyarkir: “Li Tirkiye 22-23 hezar test hatine çêkirin, li welatên din di rojek/du rojan de ewqas test tên kirin. Test/lêkolîn çend werin çêkirin, rewşa Vayrosê jî, ewqas zelaltir dibe. Welatî jî, dê zêdetir bi ciddiyek nêzîkahiyê bikin. Di rewşa rêgiriyan de jî, wekî qedexeya derketina derve ya tenê mirovên bitemen, nêzîkahiyek şeş heye”.
Guldiken herweha got, niha belavbûna Vayrosa Korona gihiştiye astek metirsîdar. Rêgiriya vê Vayrosê divê di rojeva hemû welat û civatan de be. Cîhan divê hevgirtî têkoşînê dijî Korona bide. Mirov herweha divê dinav balansa xwezayê de li cîhanê, cihê xwe bizan e. Ligel xwezayê di nav pêwendiyek dualî de be. Êrîşê zêde nebe ser xwezayê, na xwe em dikarin bi kerasatan mezintir re jî, berbiçav werin!”