Grûpên çekdaran werzişvanekî navdar ê Efrînê direvînin

Li Efrînê tawan û binpêkirinên mirovî ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, bi her awayekî berdewam.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê tawan û binpêkirinên mirovî ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, bi her awayekî berdewam dike.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, werzişvan Ridwan Hesen ji duhî ve ji aliyê grûpeke çekdar ve hatiye revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Ridwan Hesen temenê wî 50 salî ye, pêştir werzişvanekî topapê yê navdar bû li ser asta herêma Efrînê û piştre jî hejmarek ji tîmên topapê yên xwecihî li Efrînê rahênan dikirin.

Du sal in di ser dagîrkirina Efrînê re derbas dibin, ji bilî dizî û talanê, destdanîna mal û milkên xelkê, grûpên çekdar bi hezaran welatiyên Kurd revandine.

 

S. B