Amara nû ya mirinê bi sedema Koronayê li Îranê hat aşkerkirin

Di 24 demjimêrên burî de, li Îranê 122 kesên din bi sedema tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane. Tevaya hejmara wan kesên canê xwe ji dest dane nêzîkî bûye ji dû hezar kesan.

K24- Hewlêr

Di 24 demjimêrên burî de, li Îranê 122 kesên din bi sedema tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane. Tevaya hejmara wan kesên canê xwe ji dest dane nêzîkî bûye ji dû hezar kesan.

Evro, Sêşembîyê, Kîyanûş Cehanpûr, gotebêjê Wezareta Tenduristîya Îranê ragehand, di 24 demjimêrên burî de,  1762 kesên din tûşî Vayrosa Korona bûne, hevdem 122 kesên din jî, canê xwe ji dest dane.

Li gor amara dawîyê , hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê di 24 demjimêrên burî de zêde bûye û gehişte 24811 kesan û heya evro jî, 1934 kesan bi sedema Vayrosa Koronayên li Îranê canê xwe ji dest dane.