Korona li Îraqê teşene dike
Di beyannameyekê de, Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand, di 24 demjimêrên burî de, 50 haletên tûşbûnê bi Korona Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, hatine tomarkirin bi vî avayî:
K24- Hewlêr
Di beyannameyekê de, Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand, di 24 demjimêrên burî de, 50 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, hatine tomarkirin bi vî avayî:
Bexda: 3 Halet.
Besra: 11 Halet.
Nînewa: 4 Halet.
Necef: 13 Halet.
Silêmanîyê: 8 Halet.
Hewlêr: 6 Halet.
Dihok: 1 Halet.
Wek di beyanname ya wezareta Tenduristîya Îraqê de hatîye aşkera kirin, 4 haletên nû yên mirinê jî bi sedema Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin, dû halet li Kerbela, haletek li Neynewa û haletek jî li Silêmanîyê.
Di demekê de, 13 haletên çêvebûnê ji Vayrosa Korona hatin piştrastkirin, bi vî awayî: 9 halet ji Silêmanîyê, haletek ji Besra, yek ji Bexda û dû haletên din jî, ji Necef.
Hevdem hejmara tûşbûyan li Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, gehişte 316 kesan û 27 haletên mirinê jî bi sedema Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin. Heyan niha jî 75 halet jî bi temamî ji wî derdî çêvebûne.
Wezareta Tenduristîya Îraqê tekez dike li ser pabendbûna xwe bi rênamyên Tenduristîyê û daxwaz ji hevwelatîyan dike rênima û rêkaran wek xwe bicih bikin û her kesek jî, rênimayan binpî bike, dê tûşî lêpirsînê bibe.