Ragehandinek ji gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê
Bi fermana rêzdar Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê budceyeka taybet bo rêveberî û pişka tenduristîya qeza ya Derbendîxan hat terxankirin jibo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê.
K24- Hewlêr
Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandinek belav kir, ev jî deqa wê ragehandinê ye:
Deqê ragehandinê
Bi fermana rêzdar Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê budceyeka taybet bo rêveberî û pişka tenduristîya qeza ya Derbendîxan hat terxankirin jibo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê.
Hikumeta Herêma Kurdistanê li gor şîyanên xwe harîkarîya wan qeza, nahye û rêveberîyên serbixwe dike ku rêjeya belavbûna Vayrosa Koronayê li navçeyên wan zêdetire ji navçeyên dinên Herêmê.
Li vir, tekz li ser giringîya pabendbûna hevwelatîyan dikîn bi rênimayên tenduristîyê, bi taybetî vaman di mal de, ku serekîtirîn çaresere bo rêgirtinê ji zêde belavbûna evî derdî.
Cotyar Adil
Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistnê
24/3/2020