Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî pêdawîstîyên 15 rojan bo rûnişvanên Sêbîran dîbîn dike

Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî xwarin û pêdawîstîyên 15 rojan bo rûnişvanên komelgeha Sêbîran dabîn dike, ku ew Komelgeh, dema sê rojane bi sedema tomarkirina çend haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê di Korentînyê de ne.

K24- Hewlêr

Ev rêkxistî tekez dike, ku dabînkirin û helmeta dabeşkirina xorak û xwarinê berdewam dibe heya ev rewş bi dawî dibe.

Di wê komelgehê de, bi berdewamî  tîmên tenduristîyê pişkinînan bo hevwelatîyan dikin, di beranber de, ji alîyên xwe ve, hêzên Polîs û asayîşê hewil didin rewşê kontirol bikin û rê li pêşîya zêde belvbûna wê Vayrosê li Sêbîran bigirin.

Komelgeha Sêbîran 9 kîlometran ji Hewlêr dûre û 1500 mal têde hene. Hejmara rûnişvanên wê nêzîkî 5300 kesan e. Niha sê roj derbaz dibin bi korentînekirina xelkên Sêbîran û heya radeyeke baş hêzên ewlekarîyê rewş kontirol kirine û tîmên tenduristîyê jî berdewam in li geryan û pişknînê bo vedîtina kesên gumalêkirîyên helgirên Vayrosê.