Şeş haletên din yên Koronayê li Silêmanîyê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, 6 haletên nû yên tûşbûnên bi Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê hatin tomarkirin û derbarê evê yekê jî ragehandinek belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, 6 haletên nû yên tûşbûnên bi Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê hatin tomarkirin û derbarê evê yekê jî ragehandinek belav kir.

Deqa wê ragehandinê

Encamên nû

Li berdewamîya pişkinîn û gerîyanê li dûv gumanlêkirîyan, 6 tûşbûyên Vayrosa Korona Nû (COVID-19) li bajrê Silêmanîyê hatin destnîşankirin, ku  ji dû malbatan in û berkevtîyên tûşbûyên duhî ne, ku sê jin, dû zaro û zalamek in û rûnişvanên qeza ya Derbendîxan in.

Hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê gehişte 97 haletan û  ji evê hejmareyê jî dû haletên mirinê jî hene.