Şeş haletên din yên Koronayê li Silêmanîyê hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, 6 haletên nû yên tûşbûnên bi Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê hatin tomarkirin û derbarê evê yekê jî ragehandinek belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, 6 haletên nû yên tûşbûnên bi Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê hatin tomarkirin û derbarê evê yekê jî ragehandinek belav kir.
Deqa wê ragehandinê
Encamên nû
Li berdewamîya pişkinîn û gerîyanê li dûv gumanlêkirîyan, 6 tûşbûyên Vayrosa Korona Nû (COVID-19) li bajrê Silêmanîyê hatin destnîşankirin, ku ji dû malbatan in û berkevtîyên tûşbûyên duhî ne, ku sê jin, dû zaro û zalamek in û rûnişvanên qeza ya Derbendîxan in.
Hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê gehişte 97 haletan û ji evê hejmareyê jî dû haletên mirinê jî hene.