Operasyona Hewlêrê tekezî li ser pabendbûna bi rêkarên tenduristiyê dike
Odeya Operasyona Rûbirûbûna Vîrusa Korona ya Hewlêrê şeva bûrî bi serperiştiya Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî civiya û tekezî li ser pabendbûna welatiyan bi rêkarên tenduristiyê û qedexeya çûnûhatinê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Odeya Operasyona Rûbirûbûna Vîrusa Korona ya Hewlêrê şeva bûrî bi serperiştiya Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî civiya û tekezî li ser pabendbûna welatiyan bi rêkarên tenduristiyê û qedexeya çûnûhatinê kirin.
Di daxuyaniyekê de Odeya Operasyona Rûbirûbûna Vîrusa Korona ya Hewlêrê ragihand, pabendbûna welatiyan bi qedexeya çûnûhatina bi pêyan ta radeyekê baş bû.
Odeya Operasyona Hewlêrê spasiya hemû hêzên ewlehiyê, hêzên navxwe û Pêşmerge kir, ku bi şev û roj li ser kar in û bi hemû karînên xwe welatiyan diparêzin.
Herwiha spasiya qeymeqam û rêvebirên nahiyên sînorî û tevahiya tîmên tenduristiyê kir, ku ji bo parastina welatiyan bi dilsozî û bêwestan kar dikin.
Herwiha spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Şaxa Heyva Sor a Iraqî û tevahiya kesên xêrxwaz kir, ku di vê heyama dijwar de hevkariyê bi xelkê hejar re dikin û bi erkên xwe yên niştimanî radibin.
Odeya Operasyona Rûbirûbûna Vîrusa Korona ya Hewlêrê welatiyan dilniya dike, ku bi her awayekî hewlên xwe ji bo parastina ewlehî û tenduristiya wan berdewam dibin û daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rênmayên tenduristiyê bibin, xwe ji her civîn û qerebalixiyekê dûr bixin û li malên xwe bimînin.
S. B