Şaredarê navçeya Gêla Diyarbekirê hat zîndanîkirin

Şaredarê navçeya Gêla Diyarbekirê Mustafa Akkul hat zîndanîkirin. Şaredarên Farqîn û Licê û Erxeniyê hatin berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şaredarê navçeya Gêla Diyarbekirê Mustafa Akkul hat zîndanîkirin. Şaredarên Farqîn û Licê û Erxeniyê hatin berdan.

Şaredarên navçeyên Diyarbekirê Licê, Farqîn, Erxenî û Gelê ku beriya du rojan ji kar hatibûn dûrxistin û şûna wan qeyum hatibû danîn, li Diyarbekirê derketin pêşberê dadgehê.

Dadgeha Diyarbekirê bi tometa endamtiya rêxistina terorê biryara zîndanîkirina Şaredarê Gêlê Mustafa Akkul da. Şaredarên Licê, Farqîn û Erxeniyê bi kontrola dadî hatin berdan.

Wezareta Navxweyiya Tirkiyê, beriya du rojan, tevî dûrxistina çar şaredarên navçeyên Diyarbekirê, Şaredarê Êlihê, Şaredarê Ciwanikaya Sêrtê, Norşîna Bidlîsê û Xelfeliya Îdirê ji kar dûr xistin.

 

S. B