2 kesên din li Hewlêrê bi vîrusa Korona ketin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 2 kesên din li Hewlêrê bi vîrusa Korona ketin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên pişknînên nû belav kirin û diyar kir, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, li Hewlêrê 2 pêketiyên nû bi vîrusa Korona hatin tomarkirin.

Diyar kir jî, herdu pêketiyên nû piya ne û temenê herduyan jî 35 salî ne û rûniştvanên bajarê Hewlêrê ne.

Bi vî awayî, li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya kesên bi vîrusa Korona ketine gihîşt 99 kesan, ji wan jî 2 kesan canê xwe jidest dane.

 

S. B