Li Îranê zêdetir ji 2 hezaran kes bi Korona mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, hejmara kesên bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane gihîşt 2077 kesan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, hejmara kesên bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane gihîşt 2077 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di daxuyaniyekê de aşkere kir, di 24 demjimêrên bûrî de 2206 kes bi vîrusa Korona ketine û 143 kesan jî canê xwe jidest dane. Herwiha 9625 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî hejmara tevahiya kesên li Îranê bi vîrusa Korona ketine gihîşt 27017 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 2077 kesan.
Wezareta Tenduristiyê amaje bi wê da, heta niha rewşa tenduristî ya 47 milyon û nîv welatiyan hatine pişknînkirin. Herwiha di du rojên bê de jî rêkarên tundtir digirin ber.
S. B